Tirkiye artêşeke niştimanî li Sûryê pêk tîne

Tirkiye bi riya beşekî ji opozisyona Sûryê û çekdarên wê, dixwaze artêşeke nû pêk bîne daku bergiriyê li wan navçeyên bakurê Sûryê bike, ku di bin kontrola hêzên opozisyonê de ne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Dibe ku pêkanîna artêşekê bi navê "Artêşa Niştimanî" li nav Sûryê ji aliyê Tirkiyê ve, astengiyan ji Beşar Esed re çêdike.

Ajansa Reutersê ragihand, Tirkiye bi riya beşekî ji opozisyona Sûryê û çekdarên wê, dixwaze artêşeke nû pêk bîne daku bergiriyê li wan navçeyên bakurê Sûryê bike, ku di bin kontrola hêzên opozisyonê de ne.

Ev yek di demkê de ye, ku berî niha serokê Sûryê Beşar Esed ragihandibû, ke ewê tevahiya axa Sûryê kontrol bikin.

Li gorî ajansa reutersê, rola Tirkiyê di Sûryê de, bêtir e ji alîkariya çend girûpên çekdar, ji ber ku li çend navçeyên Sûryê, xwendingeh û nexweşxane û gellek nivîsgehên postê, ji aliyê Tirkiyê ve hatine vekirin.

Li ser vê mijarê, serokê Artêşa nû Heysem Afîsî, pêkanîna "Artêşa Niştimanî" veneşart û got: Pêkanîna wê artêşê neasan bû, em niha di destpêkê de ne, dibe ku em rastî astengiyan bên,lê emê bizav bikin ku zokra wan astengiyan bibin.

N.O