Serokomarê Iraqê bi şandên PDK û YNKê re dicive

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm ligel her du şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Bexdayê civiya, ku di çarçova hewlên aliyên siyasî bo pêkanîna mezintirîn koma Parlemantoya Iraqê de serdana Bexdayê kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor Malpera Serokomariya Iraqê belav kiriye, di civînê de tekezî li ser girîngiya destpêkirina xula nû ya Parlemantoya Iraqê û rûniştina yekem di heyama destûrî de kirine, ev jî wek amadekariyekê bo pêkanîna hikûmeta nû li gor dema yasayî ya ji bo wê hatiye diyarkirin.

Herwiha di civînê de guftûgo derbarê guhartinên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi taybet û yên Iraqê bi giştî hate kirin û tekezî li ser bihêzkirina hevkarî û hevahengiya di navbera aliyan de hate kirin.

Her du şandên PDK û YNKê bi serokatiya Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û Berpirsê Desteya Karîger a YNKê Mela Bextiyar bi serdanekê gihîştin Bexdayê û ligel Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm civiyan.

S. B