Pentagon tometên Rûsyayê red dike

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) tometên Rûsyayê red dike, ku bombeyên “phosphorus” di êrîşên li ser parêzgeha Dêrezorê de bikar anîbin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) tometên Rûsyayê red dike, ku bombeyên “phosphorus” di êrîşên li ser parêzgeha Dêrezorê de bikar anîbin.

Peyvdarê Pentagonê Sean Robertson ragihand, ta niha ti zanyarî li cem Pentagonê derbarê bombeyên “phosphorus” de nînin. Tekez kir jî, bombeyên “phosphorus” li cem çi yekîneyeke leşkerî ya Amerîkî li Sûriyê nîn in.

Ev daxuyaniya Pentagonê bersivek ji tometên Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê re hatin, ku gortibû, firokeyên Amerîkî hejmarek ji armancên li rojhilatê Dêrazorê bi bombeyên “phosphorus” bombebaran kir.

Rêvebirê Navenda Himêmîmê ya Rûsî li Sûriyê Vladimir Savchenko duhî ragihand, 2 firokeyên Amerîkî roja 8ê vê mehê bajarokê Hecîn a li rojhilatê Dêrezorê bi bombeyên “phosphorus” bombebaran kir.

 

S. B