DAIŞê 130 malbat ji kampeke Dêrazorê revandin

Çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêrezorê êrîşî kampa koçberan kirin û 130 malbat ji nava kampê revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêrezorê êrîşî kampa koçberan kirin û 130 malbat ji nava kampê revandin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de diyar kir, çekdarên DAIŞ di rewşa keşûhewayê dîtin û bi hevkariya ligel şanên nivistî karîn xwe vedizin kampa Hejîn a li nêzîkî gundê Behra.

Diyar kir jî, şer û pevçûn di navbera wan û çekdarên DAIŞê de bo çend demjimêran berdewam kir û şervanên wan karîn zêdetir ji 20 çekdarên DAIŞê bikujin.

Ji aliyekî din ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn, çekdarên DAIŞê karîn zêdetir ji 100 malbatên koçber ji kampa Behrayê birevînin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), roja 10ê Îlonê qonaxa dawiyê ya şerê dijî DAIŞê bi hevrêzî li gel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re li navçeyên rojhilatê Ferêt ragihandibû.

HSDê di daxuyaniya xwe de amara kampîna dawiyê ya operasyona Bahozê Cezîrê de ragihandin, 105 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

S. B