Ebdulmehdî, Kabîneya xwe hefteya pêş me pêşkeş dike?
K-24 Navenda Nûçeyan
Raspêrderê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê 'Adil 'Ebdulmehdî tenê 12 Wezaretan ji kabîneya xwe eşkere dike.
Medyaya Iraqî belav kiriye ku, hefteya bê 'Adil 'Ebdulmehdî ji hejmara 22 wezaretan, tenê navê 12 wezaretan eşkere dike û li Parleman deng li ser tê dayîn. Biryar e îro Hêzên Şî'e di civînekê de li ser navên kandîdan bo wergirtina postan biaxifin û heger rêkbikevin, dê 'Adil 'Ebdulmehdî navên 12 wezîran di hefteya bê de, eşkere bike.
Ji aliyê xwe ve, Hevpeymaniya Saîrun det dike, navê tu kandîdek ji bo wergirtina wezaretan pêşkêşî Serokwezîrê raspardî kiribe.
Bedir Zyadî, Parlamentarê Hevpeymaniya Saîrun red kir, Hevpeymaniya wan tu kandîdek bo wergirtina postê wezarî pêşkêşî 'Adil 'Ebdulmehdî kiribe.
Got jî, Hevpeymaniya wan piştevaniya hilbijartina kesên serbixwe, dûr ji partiyên siyasî dike, û biryar e jî, hefteya bê 'Adil 'Ebdulmehdî navên wezîrên kabîneya nû rabighîne.
C.B