Albayrak: Ji welatek derve êrîşa aborî anîn ser Tirkiye

Wezîrê Aborî û Gencîneya Tirkiye Berat Albayrak anî ziman ku, “Li welatek derve êrîşa aborî hemberî Tirkiye hate plankirin”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Aborî û Gencîneya Tirkiye Berat Albayrak anî ziman ku, “Li welatek derve êrîşa aborî hemberî Tirkiye hate plankirin”.

Albayrak di dema civîna liser budçeyê di Parlementoya Tirkiye de axifî û diyar nekir ew welatê ku behs dike plan hemberî aboriya Tirkiye pêkaniye, çi welat e.

Hukimeta Tirkiye egera ketina nirxê Lira ya Tirkî beramberî Dolar û Euro, herweha enflasyon a bilind bi “êrîşa welatek derve ya liser aboriya Tirkiye” binav dike.

Ligor Albayrak, “niha ew pevajoya metirsîdar a liser aboriya Tirkiye derbas bû ye û tu pirsgîrekek nîn e ku bikaribe Tirkiye nikaribe çareser bike. Sala 2019an jî, dê bibe salek serkeftinê ji aboriya Tirkiye re”.

Rewşa aborî ya Tirkiye girêdayî zindanîkirina Keşeyê Amerikî Brunson ligel Amerika xera bû bû û vê yekê bandorek neyênî li aboriya Tirkiye kiribû, ku 1 Dolar gihişte nêzî 7.50 Lireyên Tirkî û enflasyon a Tirkiye gelek bilind bû. Niha 1 Dolar di derdora 5.50 Lireyên Tirkî de ye û Wezîrê Aborî û Gencîneyê diyar dike ku, aboriya Tirkiye di rewşek asayî de ye, lê pîsporên aborî diyar dikin ku metirsî liser aboriya Tirkiye hene.

 

 

C.B