Trump û Erdogan liser Minbic û Idlib pêwendiyek telefonî encam dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan derbarê Minbic û Îdlibê de pêwendiyek telefonî encam dan.
Li gor çavkaniyên Serokomariya Tirkiyê, Erdogan û Trump vê êvarê pêwendiyeke telefonê encam dan û li ser pêşhatên dawî yên Sûriyê û pêwendiyên navbera her du welatan axivîn.
Hat destnîşankirin, pêşhatên dawî yên Minbic û Îdlibê mijarên sereke yên pêwendiyê bûn.
Trump û Erdogan tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên her du welatan kirin û hat destnîşankirin, di demên pêş de jî li ser mijarên herêmî dê pêwendiya wan berdewam bike.
C.B