Bolton: Emê fişaran li ser Îranê zêde bikin

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîkî John Bolton: Amerîka wê sizayên xwe li ser Îranê zêde bike, heya ku Taran neçar bibe û guhdariyê li mercên me bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîkî John Bolton ragihand, ku Amerîka wê sizayên xwe li ser Îranê zêde bike, heya ku Taran neçar bibe û guhdariyê li mercên Amerîka bike.

Bolton li welatê Sengapure ji rojnamevanan re got: Amerîka dixwaze bi yek carî hiradekirina petrolê ji aliyê Îranê ve rawestîne û dixwaze sizayên tund li ser taranê bisepîne.

Di 5ê vê mehê de, Hikûmeta Amerîkî qunaxa diwem ji sizayan li ser Îranê sepand û rê li ber hinardekirina petrola Îranê girt.

Ji aliyê xwe ve, her yek ji Almanya, Birîtanya, Firensa, Çîn û Rûsya dijatiya sizayên Amerîkî li ser Îranê dikin, ji ber ku ew sizayana, ziyanê li berjewendiyên wan welatan jî dikin.

N.O