Çavuşoglu: Demirtaş ne endam, lê piştgirê PKK ye

Cawuşoglu di berdewamiya hevpeyvîna xwe de diyar dike: Selahaddin Demirtaş Ne Endamê PKKê ye, lê Piştgirî da ye PKKê ye...

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameyek Alman ji Süddeutsche Zeitung hevpeyvinek li gel Wezirê Derve yê Tirkiyê Mewlid Cawuşoglu, çêkirîye û balkêşaye ser Biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê.

Cawuşoglu Biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa ya di derbarê Demirtaş de şîrove kir û wiha dibeje: "Li gorî baweriya me ev biryar  siyasî ye. Em dê vê biryarê bibin dadgeha temyizê.

Cawuşoglu di berdewamiya hevpeyvîna xwe de diyar dike: Selahaddin Demirtaş Ne Endamê PKKê ye, lê Piştgirî da ye PKKê ye.

Çavuşoglu Pêvajoya Aştiyê jî dinirxîne û dibêje: Hevdîtinên di pêvajoya aştîyê de, çi encam jê derneket, bawer nakim ji îro pê ve jî, encamek derbikeve. Di pêvajoya aştiyê de, PKKê xwe pir çekkir.

Çavuşoglu rewşa Rojava jî nirxand û got: PYD berdewam a PKKê ye. Amerika vê dipejirîne, lê pêwendiyên xwe jî, li gel wan berdewam dike. Em vê durûtiyê qebulnakin.

 

 

C.B