Tirkiye: 1 milyon kes namzediya xwe ji bo hilbijartinên herêmî danîn e

Li Tirkiyê bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî kelecan û tevgerdariya namzed û bernamzedan jî zêdetir dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî kelecan û tevgerdariya namzed û bernamzedan jî zêdetir dibe. Li gorî daneyên fermî yên Ajansa Anadoluyê, di hilbijartinên herêmî yên serok şaredarî, encumenî û mixtaran de dê nêzî mîlyonekî namzed hevrikiyê bikin û ji wan 74 hezar kes bibin xwedî kursî.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dengdêr ji bo hilbijartina rêveberiyên bajêr, navçe, bajarok, tax û gundan wê di 31ê Adara 2019an de biçin ser sindoqan. Di hilbiajrtinan de wê serok şaredariyên 81 bajêr, 921 navçe, 396 bajarok û nêzî 22 hezar encumenên meclîsa şaredariyan û nêzî 50 hezar mixtar dê bên diyarkirin. Li gorî texmînan ji bo bidestixistina 74 hezar kursiyan dê nêzî mîlyonek namzed bikevin nav rikberiyê.

Partiyên siyasî yên ku bikaribin bikevin hilbijartinan dê li 30 bajarên mezin, 51 bajêr, 519 navçeyên bajêrên mezin, 402 navçe û 396 bajarokan namzed destnîşan bikin.Li aliyê din li gorî Lijneya Bilind a Hilbiajrtinên Tirkiyeyê karmend û xebatkarên dewletê yên ku bixwazin di hilbijartinên herêmî de bibin namzed, divê îro heta saet 5ê êvarê dev ji kare xwe yê fermî berdin.

 

 

 

C.B