James Jeffrey bersiva gefên Tirkiyê dide

Nûnerê Amerîka ê taybet bo Sûriyê James Jeffrey di gotarekê de li Washingtonê bersiva gefên Tirkiyê yên derbarê encamdana operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê da û tekez kir, êrîşa Tirkiyê karekî baş nabe û dê encameke xirap jê derkeve.
kurdistan24.net

K24 – Washington

Nûnerê Amerîka ê taybet bo Sûriyê James Jeffrey di gotarekê de li Washingtonê bersiva gefên Tirkiyê yên derbarê encamdana operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê da û tekez kir, êrîşa Tirkiyê karekî baş nabe û dê encameke xirap jê derkeve.

Ew gotara James Jeffrey ku li Dezgeha Atlantic Council li Washingtonê pêşkêş kiriye, ne tenê ronîkirina siyaseta Amerîka li Sûriyê bû, belkû bi nerîna çavdêr û şîrovekarên siyasî, axaftina Jeffery çend peyamên aşkere ji welatên ku bi Amerîka re li meydana Sûriyê ne, tê de hebûn.

Yek ji peyaman ji Tirkiyê re bû, li ser gefên Enqere yên encamdana operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê bû, ku James Jeffrey got: “Ev karekî xirap e.”

Li ser gotina Jeffery, Şarezayê di karûbarên Sûriyê de di Dezgeha Atlantic – Washington Faysal Itani ji K24ê re got: “Mebesta Jeffery ew bû ku em ti kolpa kesk ji Tirkiyê re ji bo êrîşî rojhilatê Firatê bike pênaxin. Tenê heger armanca jinavbirina DAIŞê li berîkên rojhilatê Firatê be, heger na jî, Amerîka bi ti carî rê nade Tirkiyê ku êrîş bike.”

James Jeffrey di axaftina xwe de li ser pirsa Kurd di pêşeroja Sûriyê de aşkere kir, ew tenê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ne girêdayî ye, belkû armanca Amerîka rêjîmeke hikûmraniyê ya demokratîk e û Kurd jî tê de beşdar dibe û dê rola wê jî tê de hebe.

Şarezayê di Karûbarên Rojhilata Navîn de Dr. Steven Heydemann derbarê gotinên Jeffery de ji K24ê re got: “Wî amaje bi bi yekê kir ku nûnerên Kurd li Sûriyê derfeta wan çê dibe bi hikûmeta federalî ya dahatû li Sûriyê re, karnameya danûstandinan amade bikin ji bo navçeyên di bin kontrola Kurd de rêveberiya xwecihî lê hebe û Kurd bi xwe wê birêve bibin. Bi baweriya min hebûna vê derfetê dê hebe.”