Buldan: Em bi CHP re ne hevpeyman, lê hevkar in

Hevseroka HDPyê Perwîn Buldan radigihîne: Ew bi CHPyê re hevpeyman nîn in, lê hevkarî dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka HDPyê Perwîn Buldan radigihîne: Ew bi CHPyê re hevpeyman nîn in, lê hevkarî dikin.

Perwîn Buldan ji rojnameya Habertûrkê re eşkere kiriye ko di hilbijartinên şaredariyan de ew dixwazin namzetên li dijî AK-Partiyê bihêz bin. Ger namzetek demokrat li dijî AK-Partiyê hebe, ew dê piştgiriya wî bikin. Ev ne tenê daxwaza wan di heman demê de daxwaza dengdêrên HDPyê ye jî. Ji ber vê yekê ew dixwazin li dijî AK-Partiyê hêzên xwe bikin yek. Ew digel CHPyê ne hevpeyman in lê hevûdu digrin.

HDP herweha xwestibû ligel CHP hevpeymaniyê bike, lê ji alî CHP ve bersivek neyênî wergirtibû. CHP ligel IYI Parti Hevpeymaniya Hilbijartinê avakiriye.

 

 

C.B