Rûsya tekeziyê li giringiya beşdariya Kurdan li diyarîkirina siberoja Sûriyê dike

Wezareta Derve ya Rûsyayê tekeziyê li giringiya beşdariya Kurdan li diyarîkirina siberoja Sûriyê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Rûsyayê tekeziyê li giringiya beşdariya Kurdan li diyarîkirina siberoja Sûriyê dike.

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxûyaniyekê de ragihand, Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhelata Navîn û Welatên Efrîqa û Cêgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov digel Hejmarek kesatiyên siyasî yên Kurdên Sûriyê, awayê çarekirina krîza Sûriyê digel parastina yekîtî û serweriya wî welatî gengeşe kirin.

Di daxûyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê de hatiye, aliyê Rûsî tekezî li helwesta xwe ya derbarê giringiya beşdariya nûnerên Kurdan li diyarîkirina paşeroja Sûriyê bi aweyekî wekhev digel pêkhateyên din yên netewî û olî yên Sûriyê dike.

Hejmarek siyasetmedarên Kurdên Rojavayê Kurdistanê li avahiya Wezareta Derve ya Rûsyayê li Moskow digel Mikhail Bogdanov civiyabûn. 

 

 

 

C.B