Serok Barzanî bi egera rûdan a Mûsilê peyama sersaxiyê ragihand

K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî peyamek sersaxiyê bi egera bûyera binavbûn a belem a li Mûsilê ragihand.
Di bûyerê de zêdeyî 70 welatiyan cane xwe jidest dan, ku dinav wan de herî zêde jin û zarok in.
Serok Barzanî sersaxiyên xwe digihîne malbatên qurbaniyan û xelkê Mûsilê.
“Bi nave Xwedayê Mezin û Rehîm,
Bi xemgînî ve min nûçeya binavbûna belemê li Mûsilê wergirt, ku hejmarek zêde ya welatiyan cane xwe jidest dan e.
Bi egera vê rûdan a diltezîn, Xemxwarê malbat û gelê Mûsilê me, daxwazên xwe yên sersaxiyê digihînim malbatên qurbaniyan û xelkê Mûsilê.
Xwedê sebr û aramiyê bide malbat û mirovên qurbaniyan, daxwazên selametiyê digihînim brîndarên bûyerê”.
Ligor dawî amaran hejmara qurbaniyan 71 kes e û hejmar zêde dibe.
Ligor agahdariyên K24, Komîteyek Lêkolîna bûyerê lidar dikeve û vêkolînê liser egera rûdanê dike.
C.B