Rûsya: Nerîna me û Tirkiye liser rojhilatê Firatê yek e
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Rûsyayê radighîne, divê Amerîka ji rojhilatê Firatê vekişe û rewş beriya derbasbûna leşkerên Amerîka ya navçeyê vegere.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di kongreyek rojnamevanî de digel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawuşoglu ragihand, helwesta Rûsya û Tirkiye di derbarê rojhilatê çemê Firatê de yek e, ku divê rêz li serwerî û yekîtiya xaka Sûriyê were girtin, û digel berçav girtina metirsiyên ewlekarî yên Tirkiyê.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê got jî, divê Hêzên Amerîka ji rojhilata çemê Firatê vekişin û rewşa navçeyê vegere, wekî beriya destwerdanên Amerîkayê, û hozên Ereb ji bo deverê werin vegerandin. Ew jî ligor biryara Civata Asayişa Navdewletî ya 2254. Herweha daxwaz kir, ku hemû aliyên navçeyê di çareserkirina rewşa rojhilatê Firatê û pirsa ewlekariya sînorê deverê de beşdar bibin. Tekez kir, rêkeftina Edene ya di navbeyna Sûriyê û Tirkiyê de baştirîn bingeh ji wê yekê re ye.
C.B