Serok Barzanî dilniyabûnê dide Kiristiyanên Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi boneya hatina cejna sala nû ya Babilî, Kildanî, Siryanî, Aşûrî û cejna Akîto pîrozbahî li xwişk û birayên Kildanî, Siryanî û Aşûrî dike û dilniyabûnê dide Kiristiyaniyan û radigihîne, Kurdistan welatê we ye û nabe cih û warê bav û kalên xwe bicih bihêlin.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina serê sala nû ya Babilî, Kildanî, Siryanî, Aşûrî û cejnên Ekîto, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên Kildan, Siryan, Aşûriyên Kurdistan û Iraqê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.
Di vê helkeftê de tekez li ser kûrtirkirina kultûra pêkvejiyanê û aştî û birayetiya li navbera hemû pêkhatên Kurdistanê dikin û bi taybetî xuşk û birayên Mesîhiyan ji wê yekê piştrast dikim ku Kurdistan welatê wan e û nabê warê bab û bapîrên xwe bi cîh bihêlin û pêwîst e em hemû bi bi hev re welatê xwe berev pêşve bibin.
Hêviya ew e jî dixwazim koçber û penaber bi zûtirîn dem vegerin ser mal û warê xwe yên li parêzgeha Nînowa û navçeyên din. Hêvîdar im sala nû li we pir bê ji xweşî û kameranî û hemû cejnên we bi aştî û bexteweriyê de pîroz bikin.
Mesûd Barzanî
31.03.2019