Kiliçdaroglu soza aştî û aramiyê da

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu da xuyakirin, ew di 11 bajarên herî mezin ên Tirkiyê de serkeftî ne û ew dê bi şaredarên xwe nîşan bidin ku, yekîtî û aramiya bajaran çawa tê dirustkirin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu da xuyakirin, ew di 11 bajarên herî mezin ên Tirkiyê de serkeftî ne û ew dê bi şaredarên xwe nîşan bidin ku, yekîtî û aramiya bajaran çawa tê dirustkirin.

Kiliçdaroglu da xuyakirin, ew soz didin ku nehêlin tu zarok birçî raze û nehêlin  tu dayîk ji siberoja zarokên xwe biguman be. Kiliçdaroglu tevî şaredarên Serkeftî yên Stenbol û Enqerê gotarek pêşkêş kir.

Kiliçdaroglu anî ziman: “Me yazde bajarên herî mezin ên Tirkiyê bidest xistin e û em dê pêkeve di nav aramî û aştiyê de birêve bibin. Şaredarên me jî soz dan û em jî dê bişopînin. Ew dê bajarên xwe di nav aramiyê de birêve bibin û xwedî li bajarên xwe derkevin. Li wan bajaran yek zarok jî birçî dê nekeve xewê. Li her malê dê aramî hebe. Dê bereket hebe. Li kolan û cadeyan xelk di nav aramiyê de bi awayeke azad dê jiyana xwe bidomînin. Zarok bextewar, dayîk bextewar û jinên karker bextewar bin. Ew dê zarokên xwe di nav aramiyê de rêkin dibistanan.Dê hemû fermanberên wan şeraderiyan muçeyên xwe werbigrin û Hemû sozên me dan e, gav bi gav bicîh bîn in”.

 

 

 

C.B