Amnesty ji bo eşkencedîtiyên Xelfetî çalakî da destpê kirin

Rêxistina Efûya Navdewletî (Amnesty International) ji bo welatiyên ku li Navçeya Helfetî ya Bajarê Rihaya Bakurê Kurdistanê, rastî eşkencê hatine çalakiyek piştgirîyê da destpê kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Efûya Navdewletî (Amnesty International) ji bo welatiyên ku li Navçeya Helfetî ya Bajarê Rihaya Bakurê Kurdistanê, rastî eşkencê hatine çalakiyek piştgirîyê da destpê kirin.

Rêxistinê, Nameyek ji bo Wezîrê  navxweyî yê Tirkiyê şand û kiryarên polis û leşkerên wan, ên li hemberî welatiyên sivîl û zarokan şermezar kir.

Amnesty di bangawaziya xwe de diyar dike: 47 kes rastî darbeyên gîyanî hatin e, serê wan bi pêhînan şkandine û hejmarek welatî  jî,  kehrebe xistine organên wan.

Rêxistina Efûya Navdewletî dide zanîn, ku di dadgeha Tirkiyê de jî, hatiye tespît kirin ku 47 welatî li Xelfetî ya bajarê Riha, rastî eşkenceyên giran hatin e, ku 19 ji wan zarok û genc bûn.

Rêxistinê, di daxûyaniya xwe de, banga lezgîn li raya gişti dike, ku 25 kes heşta dibin eşkencê de ne.

Amnesty di bangawaziya xwe de diyar dike: 47 kes rastî darbeyên gîyanî hatine, serê wan bi pêhînan şkandin e û hejmarek welatî  jî,  kehrebe xistine organên wan.

Hin welatiyên hatibûne binçav kirin, ji gelek cîhên gîyanê xwe birîndar bûne.

Rêxistina Efûya Navdewletî dîyar dike: Parêzerên welatiyên rasti eşkencê hatine, ji efûya navdewletî xwestine, şandek doktorên serbixwe, serdana welatiyan û girtiyan bikin.

Efuya Navdewletî dibêje: Ev kiryarên rayadarên Tirkiyê, derveyî mirovahiyê ne, li dijî peymanên navdewletî û yasayên navxweyî yên vî welatî ne û ew van kiryaran şermezar dike.

Her wiha rêxistinê çalakiyek imzakirinê di qada navdewletî de daye destpê kirin.

Di 18 Gulanê di navbera Gerilayên PKkê û Polisên Tirkiyê de li navçeya Xelfetiya Bajarê Rihayê, şer derketi bû û di encamê de komiserek hati bû kuştin û 2 polîs jî birîndar bibûn.

 

 

C.B