Serok Barzanî rola rewşenbîr û hunermendan bi girîng binav dike

Serok Mesûd Barzanî îro ligel hejmarek hunermend û rewşenbîr û nivîskarên bajarê Silêmaniyê civiya û rol û bandora wan li ser civakê bilind nirxand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî îro ligel hejmarek hunermend û rewşenbîr û nivîskarên bajarê Silêmaniyê civiya û rol û bandora wan li ser civakê bilind nirxand.

Di vê civînê de hunermend û nivîskar û rewşenbîrên bajarê Silêmaniyê xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê derbirî û beşek ji wan li serdema şoreşa mezin a Eylûlê de rola xwe hebûn û xizmetê kiribûn, behsa kêşe û giriftên li ber tevgera rewşenbîrî û hunerê kirin û daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku zêdetir piştevaniya daxwazên hunermend û rewşenbîrên Kurdistanê bike, bi cûreyek rol û pêgeha rewşenbîr û hunermendan û keda wan li ber çav bê girtin.

Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina mîhvanan kir û ragihand, rewşenbîr û hunermend beşeke girîng û bi bandor ê civakê ne û hinek car rola wan jî ji ya siyasetmedaran gelek zêdetir e û dikarin xizmeta zêdetir jî pêşkêşî gelê xwe bikin. Her wiha piştevaniya tevahî jî ji bo daxwaz û xwestên wan derbirî.

 

S. B