Şandeke YNKê beşdarî sûndxwarina Serokê Herêmê dibe

Şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî Kusret Resûl ji bo tevlîbûna di rêûresma sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê gihîşt cihê rêûresmê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî Kusret Resûl ji bo tevlîbûna di rêûresma sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê gihîşt cihê rêûresmê.

Duhî Peyvdarê Fermî yê YNKê Letîf Şêx Omer ji K24ê re ragihandibû, şandeke YNKê ya bilind bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî Kusret Resûl û endametiya Erselan Bayîz, Hakim Qadir, Omer Fetah li ser vexwandina fermî ya PDKê beşdarî rêûresma sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê dibe.

Îro 10ê Hezîranê bi amadebûna hejmarek ji serkirde, nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Iraqê, cîhanê û balyoz û nûnerên welatên biyanî yên li Iraqê, rêûresma sûndxwarina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê birêve diçe.  

 

 

S. B