Li Hemayê 108 leşker û çekdar hatin kuştin

Di şer û pevçûnên li gundewarên Hemayê di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên opozîsyonê de, ji duhî ve 108 leşkerên Sûrî û çekdarên grûpên opozîsyona Sûriyê hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di şer û pevçûnên li gundewarên Hemayê di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên opozîsyonê de, ji duhî ve 108 leşkerên Sûrî û çekdarên grûpên opozîsyona Sûriyê hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ji duhî ve şer û pevçûnên tund di navbera artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê û çekdarên Desteya Tehrîr El Şam li gundewarê Hemayê de berdewam dike.

Li gor zanayariyên Rewangehê, di encama wî şerî de heta niha 59 leşkerên Sûrî û 49 çekdarên Desteya Tehrîr El Şamê hatine kuştin û bi dehan birîndar hene.

Ji dawiya meha Nîsana bûrî ve artêşa Sûriyê û grûpên ser bi wê ve bi piştevaniya firokeyên Rûsî êrîşî ser gundewarê bakurê Hema û başûrê Idlibê dikin û heta niha 3 bajarok kontrol kirine û ji bilk u bi sedan leşker û çekdar hatine, bi sedhezaran welatiyên sivîl koçber bûne.

 

S. B