Parêzgarên Ûrmiyê û Colemêrgê liser pirsên ewlekariyê civîn encam dan

Parêzgerê Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, seredana Parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgerê Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, seredana Parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê kir.

Parêzgeran, liser babetên bazirganî, ewlekarî, çandî û pirsgirekên sinorî, gotûbêj kirin.

Şanda Parêzgeha Urmiyê seredana deverên dîrokî û çandî yên Colemêrgê kir.

Parêzgerê Urmiyê Alireza Molla Mohammedzade, ji aliyê Parêzgerê Colemêrgê Idrîs Akbiyik ve hate pêşwazî kirin.

Parêzgeran, liser babetên bazirganî, çandî û pirsgerekên sinoran, gotûbêj kirin.

Di dema kombûnan de, Qeymeqamên qezayan, fermandên leşkerî yên her dû parêzgehan, amade bûn.

Parêzgerê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê Alireza Molla Mohammedzade got: Ew gelek dilxweş in, ku hatine parêzgeha Colemêrgê û ew 54emin kombûnê bi armanca pirsgerekên her dû parêzgehan çêdikin.

Alireza Molla Mohammedzade - Parêzgerê Urmiyê  got:

“Ez gelek dilşad im, ku li Tirkiyê me. Ev 54emîn kombûn me lidarxistin. Babetên wek bazirganî, ewlekarî û sinoran me gotûbêj kir. Ez hêvîdar im, ku ev hevdîtin rê li ber biratiya her du welatan vebike”.

Yêk ji babatên sereke, ku her dû parêzgeran gotûbêj kirin e, çalakiyên gerilayên PKKê bû, ku li nav xaka Tirkiyê tên encam dan.

Hate ragihandin parêzgerê Colemêrgê ji şanda Îranî, alîkarî xwestî ye.

İdris Akbıyık - Parêzgerê Colemergê diyarkir:

“Me di kombûnê de, pêwendiyên dû qolî, bazirganî, çandî, ewlekarî û arîşeyên sinoran gotûbêj kir. Em dixwazin,  pêwendiyên Colemêrgê ligel Parêzgeha Urmiyê, baştir bin”.

Şanda Parêzgeha  Urmiya Rojhilatê Kurdistanê, seredana Kelê Mîrên Colemêrgê, Medresa Meydanê ya Dîrokî û Serdana Navenda Civaka Hunerî dan û li folklora Kurdî temaşe kirin.

 

 

 

C.B