Taşçier: Ti belgeyeke yasayî derbarê şaredarên jikardûrxistî de nîn e

HDP û hevgirtiyên xwe ev 10 roj in ku çalakiyên protestokirina ji kar dûrxistina Hevserokên Şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê berdewam dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevgirtiyên xwe ev 10 roj in ku çalakiyên protestokirina ji kar dûrxistina Hevserokên Şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê berdewam dikin. Parlementer û çalakvanên HDP'ê amaje dikin ku heta digihin encamekê dê çalakiyên berdewam bikin. Nûnerên partî û rêxistinên ku piştgiriya HDP'ê dikin ku dibêjin; tayînkirina qeyûm ne tenê pirsgirêka HDP'ê ye; ev pirsgirêka hemû Kurd û civakê ye.

Li Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê' çalakiyên HDP'ê yên protestokirina ji kar dûrxistina hevserokên şaredariyan berdewam dikin. Li Diyarbekirê bi pêşengiya parlementerên HDP'ê çalakvan her roj saet di navbera 11.00'an û 13.30'an de li Cadeya Lîsê kom dibin, bi dirûşma û çepikan bertekê nîşanî danîna qeyûman dikin. Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier got; Tirkiye yasayên xwe binpê dike. Taşçier dibêje; doz li şaredaran nehatine vekirin û ne bi biryara dadgehê ji kar hatine dûrxistin.

Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier ji K24ê re got: "Derbarê her sê şaredarên ku ji kar hatine dûrxistin de tu belgeyeke hiqûqî tune ye. Li gorî qanûnan pêwîst bû pêşî doz bihata vekirin û di encama dozê de şaredar tawanbar bihatina dîtin û dû re ew ji kar bihatina dûrxistin. Ev nekirin, ew ji kar girtin. Lê niha dozê vekin jî tiştek di destê wan de tune ye."

Çalakiyên HDP'ê 10 roj li pey xwe hiştin. Partiyên cûda, sazî û rêxistinên civakî yên sivîl jî ji bo piştgiriyê beşdarî çalakiyan dibin. Parlementerên HDP'ê jî bi dor serdana her sê bajaran dikin. Di axaftinên ku tên kirin de hem parlementerên HDP'ê û hem jî nûnerên partî û rêxistinên cûda bang li rayedarên Partiya Komarî ya Gel CHP'ê dikin ku li hemberî tayînkirina qeyûman helwesta xwe aşkere nîşan bide û wekî ku di hilbijartinên şaredariyan de HDP'ê çawa mil dabe CHP'ê CHP jî niha wisa mil bide HDP'ê. Welatiyên ku beşdarî çalakiyan dibin jî dibêjin ku dê bi çalakiyên sîvîl û demokratîk li vîna xwe xwedî derkevin.

Welatî: "Tu caran Gelê Kurd nakeve û îradeya gele Kurd jî nakeve. Heta ku qeyûm li ser kar be em ê jî li ser kolanan bin."

Welatî: "Çi heqê wan li vî gelê ku bi ked û emeka xwe dengê xwe daye û îradeya xwe bi dest xistiye jê distînin."

Welatî: "Em qebûl nakin. Me kî ji bo serokatiya şaredariyê hilbijartiye bila ew be şaredarê me. Çima qeyûm tînin, seedem çiye?"

Welatî: "Ew dîsa hilbijhartinê bikim em ê sê qat zêdetir deng bigirin. Bajarê me, axa me ye, qedeyên me ne. Wî qeyûm tayînkiye em tû caran wî qebul nakin."

Her sê Hevserokên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê, Ednan Selçûk Mizrakli, Ehmed Turk û Bedîa Ozgokçe Ertan'ê ragihandin ku, bi tu awayî qeyûman qebûl nakin û dê mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Her sê hevserokên ji kar dûrxistî gotin ku dê doza xwe bibin ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê jî.

Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaranê jî bang li dengdêran kir ku li hemberî binpêkirina mafê hilbijartinê dengdêr dikarin dozê vekin. Li gorî ragihandina HDP'ê dê çalakiyên protestokirina qeyûman berdewam bikin.