Şirovekarên sîyasî danana qeyûman dinerxîn in

Çalakiya rayedarên HDP'ê ya ku li dijî qeyûman 15 roj in didome; li Diyarbekirê jî dewam dike. Rayedarên HDP'ê didin zanîn ku; ji bilî Ak Partî û MHP'ê hemû partiyên siyasî li dijî tayînkirina qeyûman piştgiriya wan kiriye û ew ê jî çalakiya xwe heta bidestxistina encameke erênî bidomînin. Nivîskar û şîrovekarên nêzî Ak Partiyê jî dibêjin; piştî gel tercîha xwe kiribe ji aliyê HDP'ê kiribû; divê qeyûm nehatina tayînkirin lê divê şaredar jî sedemên ku destwerdan li wan çêbibe, peyda nekin.

K24- Amed

Çalakiya HDP'ê ya rûniştinê, li Diyarbekirê bi piştgiriya sazî û dezgehên sivîl û civakî û partiyên siyasî didome. Çalakiya ku nîvê mehekê li peyî xwe hişt; ji aliyê xelkê ve jî rastî eleqeyê tê. Hevserokê HDP'ê ya Şaxa Diyarbekirê Zeyad Ceylan, asta dengvedan û karvedana çalakiyên li Wan Mêrdîn û Diyarbekirê nirxand. Ceylan got; hinek bandora tirs û gumanê li ser civakê hebe jî hemû sazî û dezgehên sivîl, civakî û siyasî piştgiriya me dikin.

Zeyad Ceylan,hevserokê HDP'ê ya Şaxa Diyarbekirê, dibêje:"Divê em li vê derê bi sînor nekin. Li qadên din ên welatê xwe, li bajarên din, li navçeyên din, bi rê û rêbazên cuda di çarçoveya hiqûqê de di çarçoveya demokrasiyê de di çarçoveya xurtkirina siyaseta demokratîk de ya li hember şer; em ê xurttir bikin û bi pêş bixin. Lê xwedîderketinek heye. Ji temamî sazî û dezgehên herêmê xwedîlêderketinek heye."

Di dema tayînkirina qeyûman a Îlona sala 2016'an de xizmetguzariyên dihatin kirin; ji aliyê beşeke civakê ve bi awayekî erênî dihatin pêşwazîkirin. Lê di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2019'an de welatiyên Diyarbekirê namzedên HDP'ê tercih kiribû. Lê belê bi tayînkirina 3 qeyûman a 19'ê tebaxê re beşek alîgir û kesên nêzîkî Ak Partiyê jî vê yekê rast nabînin. Nivîskar û Şîrovekarê Siyasî Eyupxan Kaya jî dibêje; piştî xelkê di sindoqan de HDP'ê hilbijartibû; diviyabû demokrasî hebûya û qeyûm nehatana tayînkirin.

Eyupxan Kaya, Nivîskar/Şîrovekarê Siyasî, got:"Ev şêweya ku qeyûm tên tayînkirin, ev ji aliyê demokratîk ve tehammuleke demokratîk nîn e divê mirov hînî van tiştan nebe. Dibe ku şaredarên berê xizmetên xwe baş nekiribin jî û qeyûman tiştên baş jî kiribin, em nikarin bibêjin baş e ku qeyûm hatin. Lê belê bi rastî hinek xeletiyên şaredaran jî hene. Di Kurmancî de gotinek heye, dibêje; "gur were min bixwe" wisa kirine."

Rayedarên HDP'ê û alîgirên wê li dijî tayînkirina qeyûman in û bi rojan e bi dirûşima; " Dest Nede Vîna Min" çalakiyê dikin. Şîrovekarên siyasî jî dibêjin; tayînkirina qeyûman ne rast e lê belê divê HDP jî sedeman peyda neke da ku destwerdana dewletê li şaredariyên wan çênebe.