Mesrûr Barzanî bicihkirina çend projeyên xizmetguzariyê ragihand
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twittekê de ragihand, 500 milyar Dînar bo çend projeyên xizmetguzariyê hatin texankirin.
Mesrûr Barzanî ragihand, “Jêrxaneya pêşketî, bingeha aborî ya modern e, ji ber me bi buhaya 500 milyar Dînar me budce bo projeyên kehrebe, saylo, rê û pire, av û averoyê terxan kirine.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: Bingeh bo Kurdistaneke bihêz û xweşguzeran hatiye danîn.
Di vê çarçovê de jî û wek yekem pêngav, îro kevirê bingehê yê tonelê riya kolan Barzan li Duhokê tê danîn û biryar jî li tevahiya Herêma Kurdistanê projeyên wiha bêne encam dan.
S. B