Li Til Temir şer di navbeyna HSD û grûbên biser Tirkiye ve

Şer û pevçûnên giran di navbera HSDê û grûbên çekdar ên biser Tirkiyê ve, li gundewarên Tiltemirê derket

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer û pevçûnên giran di navbera HSDê û grûbên çekdar ên biser Tirkiyê ve, li gundewarên Tiltemirê derket.

Ligor zaniyarên Kurdistan24 , li gundên Qamsimiyê û Rîhaniyê yên li gundewarên Tiltemirê, şer û pevçûnên giran di navbeyna HSD û grûbên çekdar ên biser Tirkiyê ve derket.

Li gundewarên Girê Spî jî, Artêşa Tirkiyê û grûbên biser ve gundê Kfîfe, ku dikeve başûrê rojavayê Girê Spî topbaran kir.

Piştî destpêkirina êrîşên Tirkiye bi ser rojavayê Kurdistanê ve, çendîn caran Tirkiye radighîne, ku “Operasyona xwe rawestandiye”, lê liser erdê şer bi giranî berdewam e.

Çekdarên bi ser Tirkiye ve, li rojavayê Kurdistanê kiryarên nerewa li dij xelkên deverê encam dan e, ku bûn e egera dilgiraniya raya giştî ya cîhanî

 

 

C.B