Yekîtiya Ewrûpa: Li Idlibê pêwîstî bi agirbestek mayinde heye
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpa Charles Michel ragihand, ku: “Ji bo bidawîhatin a şerê Sûriye li Idlibê pêwistî bi agirbestek mayinde ya demildest û çareseriya siyasî heye”.
Charles Michel herweha diyarkir, ku di navbeyna wî û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de pêwendiyek telefonî hatiye encam dan.
Michel anî ziman, ku di pêwendiya telefonî de destnîşankiriye, ku: “Ji bo bidawîhatin a şerê Sûriye li Idlibê pêwistî bi agirbestek mayinde ya demildest û çareseriya siyasî heye”.
Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpa anî ziman: “Karê pêşîne li ber wan alîkariya mirovî ye”.
C.B