Li Bakurê Kurdistanê perperîk û pisîkên cudawaz hatin dîtin

Li Gevera Colemêrgê, perperîkeke bi rengê cilên serbazî hat dîtin ku li cîhanê ev cure pir kêm e. Li Diyarbekirê jî çêlîkên pisîka kûvî hatin dîtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Gevera Colemêrgê, perperîkeke bi rengê cilên serbazî hat dîtin ku li cîhanê ev cure pir kêm e. Li Diyarbekirê jî çêlîkên pisîka kûvî hatin dîtin.

Perperika bi cureya dafnîs nerî (dapnis nerii) li gundekî Geverê careke din hat dîtin. Ev cure perperîk bi rengên xwe yên keskê serbazî dikarin xwe veşêrin.

Roj û şevên wan piranî bi veşartinê derbas dibin û zêdetir êvaran derdikevin. Ji perperîkên din mezintir, baskên wan fireh in û dikarin li hewayê xwe ragirin.

Li gor zanyariyan, li cîhanê pir kêm in û li hin deverên Asya û Efrîqayê tên dîtin ku derdora Wanê jî hin caran tê dîtin.

Ji aliyekî din ve, li herêma navbera navçeyên Çinar û Çiyayê Mazî, gundiyan 4 çêlîkên pisîka kûvî dîtin.

Li devera gundê Reşanê, gundiyên ku cotyariyê dikin, li biyabanê çar çêlikên pisîka kûvî dîtin û şibandin çêlikên piling ku li deverê hin caran tê dîtin.

Pisîka kûvî li hin deverên Kurdistanê tê dîtin ku piranî di dema bayên bihêz de derdikevin û zêde

S. B