Hunermendên şanoyê ji bo rewşa xwe daxwaza çareseriyê dikin

Hunermendên Şanoyê ji ber pandemiya vîrusê, tengasiyên mezin dijîn û daxwaza piştgiriyê dikin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Hunermendên Şanoyê, li Diyarbekirê ragihandin ku ew ji ber pandemiya vîrusê tengasiyên mezin dijîn û ji bo çareseriya rewşa xwe daxwaza piştgiriyê kirin. Hunermendên şanoyê, bal kişandin ku ji 3 mehan zêdetir e, saziyên şanoyan girtî ne û niha jî, ji ber hebûyîna vîrusê ew nikarin karê xwe bi hêsanî bikin.

Wek ku vîrusa Korona covît19, li ser hemû jiyanê bandor kiriye û dike, hunermend jî, bandorên neyînî ji vê sermede dîtine û balê dikşînin ku serdema şano hatiye qedexe kirin, divê ji aliyê dewletê ve piştgiriya wan bihata kirin, lê tu piştgirî nehatiye kirin û niha bi rabûyîna qedexeyê re jî, ba û lêçûnên dewletê jî ji wan tê xwestin.

Rêvebirê Şanoya Amedê Yavûz Akkûzû bal kişand ku ji 3 mehan zêdetir e, wan şanoyê girtiye û tu alîkarî ji bo wan nehatiye kirin, di serde jî niha bi rabuyîna biryara qedexeyê re jî, dê ji wan kirê, bac û stopaj bên xwestin. Yavûz anî ziman ku ev pirgirêk ya hemû hunermendên şanoyê ye û divê bên çareser kirin.

Yavûz Akkûzû ji K24ê re got: “Di 1’ê Tîrmehê de dewletê wek fermî got ku şanoyên xwe vekin, ev jî pirsgirêkên din bi xwe re peyda dike. Em bibêjin pandemî nemîne, baş bibe jî, havînan temaşevanên şanoyan tunene. Havînê sezona şanoyan nîn e, loma jî em nîkarin bikin. Jixwe havînan şanoger provayan dikin, amadekariyan dikin û payîzê jî leystikan pêşkêş dikin. Lê niha ji ber ku me fermî vekir, dewlet bac û stopaj ji me dixwaze, xwediyên kirêyan jî kire dixwazin. Yanî em hemû şano û şanoger dikevin bin bareke giran yê aborî”

Şanoger radigihînin ku şanoger jî, wek bazirganan tên dîtin û wisa jî ji wan bac û lêçûn tên xwestin, lê divê ew nêzakayî bê guhartin.

Şanoger Nûrşen Adiguzel jî tîne ziman ku wê li gel gelek zehmetiyan dest bi şanogerî kiriye û zehmetî her tim di karê şanogerî de heye. Lê ji ber hez kirina hilberîna hunerî û leystikên şanoyê ew mil didin ber van zehmetiyan.

Şanoger Nurşen Adiguzel dibêje: “Wek jinekê dema ku min dest pê kir, bi rastî jî min gelek tengasiyan jiya. Ji aliyê malbatê ve, ji aliyê ku dê civak çewa bertekan bide de. Lê mamosteyekî min hebû digot:’dema derbikevî ser dike hemû pirsgirêkên xwe li aliyê din bihêle.’ û Dema ku derketin ser dikê min jî wisa kir û biser ketim. “

Şanoger tînin ziman ku di serdemên normal de jî, li gel gelek pirsgirêkan ew karê şanoyê didomînin û divê barê vê serdemê jî li wan neye ferz kirin.