"Rûsya û Tirkiye ji ber kiryarên Amerîkayê dê bikevin Rojava"

Tirkiye piştî operasyonên xwe yên dijî PKKê, hêz û leşkerên xwe li ser sînorê Sûriyê zêde dike û li rojavayê Kurdistanê deverên di bin kontrola YPG û HSDê de bombebaran dike.
kurdistan24.net

K24: Navenda Nûçeyan – Tirkiye piştî operasyonên xwe yên dijî PKKê, hêz û leşkerên xwe li ser sînorê Sûriyê zêde dike û li rojavayê Kurdistanê deverên di bin kontrola YPG û HSDê de bombebaran dike. Li gel vê yekê Rûsyayê jî serdaneke krîtîk bo Sûriyê kir. Li gorî hin pisporên Tirkiyê ev her du geşedan operasyoneke bo ser Rojava bi destê Rûsya û Tirkiyê tekez dike. lê hin alî jî dibêjin ne Rûsya dê bi Esad re fişarê ser kurdan bike lê dê pêşiya Tirkiyê jî bê girtin.

Piştî ku Tirkiyê operasyona xwe ya li dijî PKKê a derveyî sînor pêk aniye bi dawî kir. Niha jî ji bo rojavayê Kurdistanê amadekariyan dike ku beriya hatina demsala zivistanê operasyoneke nû li rojava pêk bîne. Li gel vê yekê piştî 9 salan wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov li gel cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Yuriy Borîsov re serdana Şamê kir û bi Esad re hevdîtin pêk anî. Di vê hevdîtinê de Borîsov ragihand ku Amerîka û Kurdên rojava destûrê nadin ku hikûmeta reva ya Sûriyê xwe bigehînin enerjiyê û Amerîka diziya petrola Sûriyê dike.

Pisporê rojhilata navîn yê Tirkiyê prof. Dr. Hasan Oktay zêdetir balê dikşîne ser serdan û daxuyaniyên Rûsyayê û dibêje kiryarên Amerîka û Kurdan li Sûriyê poltîkayên enerjiyê û berjevendiyên Rûsyayê têk dibe loma Tirkiye û Rûsya dê teqez van rojane berê xwe bidin Rojava.

Prof.Dr. Hasan Oktay ji K24ê re got: “Lavrov piştî 9 salan yekem car bi şandeyeke berfireh ya payebilind serdana Şamê kir. Ji ber ku kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê ji aliyê Amerîka û Kurdan ve darbeyeke giran polîtîkayên enerjiyê yên Rûsyayê daye. Herwiha ger li Sûriyê guherîna rêveberiyekê çêbe dê berjevendiyên Rûsyayê temamî têk bibe. Li Bakur û rojhelatê Sûriyê Rûsya ji bo ku bandora xwe zêde bike dê bikeve nava liv û tvgerên berfireh. Li gel vê yekê dema em berê xwe didin amadekariyên Tirkiyê jî dê operasyon li ser rojava û Idlibê bi destê Rûsya û Tirkiyê pêk bê van rojane.”

Serokê Enstîtûya Lêkolînên stratejîk Doç.Dr. Gûray Alpar jî diyar dike ku Rûsya li Sûriyê gihiştiye xeyala xwe ya sed salî û dibe bi rejim Esad re bikeve nava liv û tevgerekê dijî Kurdan lê bi tu awayî nahêle Tirkiye bihêz bibe.

Dr. Gûray Alpar dibêje: “LI Sûriyê Rûsyayê xeyala xwe ya sed salî pêk anî û derbasî deryayên germ bû, li Sûriyê barehegên esmanî û deryayî bidest xistine. Rûsya ji bo ku petrol û gaza sirûştî li Sûriyê û Deryaya naverast bi destê dewleteke din bo ewropayê neçe niha li wan deran e. Armanca Amerîkayê jî ya sereke petrola Sûriyê ye. Ji loma her du welat jî naxwazin Tirkiye li Sûriyê bihêz bibe. Rûsya jî dê bi Esad re fişarê li ser Kurdan bike ku deverên petrolê radestî Esad bikin.”

Herwiha pispor amaje dikin ku li sûriyê heta ku di çarçoveya çareseriyeke sîyasî de di serî de maf û statûya Kuradan û rewşa rêveberiya Sûriyê neye diyarkiirn û kêşeya Idlibê neyê çareserkirin alozî û rageşî li ser herêmê bi dawî nabe û Tirkiye jî dê her êrîşên bo ser rojava bidomîne.