Bi wêne.. Darteraşê navsal rûlikenê bazara Hewlêrê
Navenda Nûçeyan (K24) – Hacî Kerîm ê 77 salî, 25 sal in li bazara Qeyserî ya Hewlêrê darteraşiyê dike. Her kesê sardana wî bike, ji axaftin û kenê wî têr nabe.
Hacî Kerîm di dawiya salên nodî ji sedsala bûrî hatiye Hewlêrê û dest bi darteraşiyê kiriye. Rojane bê bikaranîna otombîlan ji malê diçe dukana xwe.
Hacî Kerîm bi çûna be peya bo dukana xwe pir dilxweş e û dibêje: “Rojane nêzîkî 20 xulekan bi pêyan diçim karê xwe. Ev bi xwe werziş e û ji bo tendirustiya min baş e.”
Ev kalemêrê 77 salî, textê nan, destikên kêran û pêwîstiyên durist dike û malan li dukana xwe difiroşe.
Her kesê biçe dukana Hacî Kerîm ji axaftinên xweş bêpar nabe. Ew dibêje: “Heta hêza min heye û xwedê temen bide, di karê xwe de berdewam dibin.”