"Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê ji bo anîna Erebên hawirde hêsankarî dike"

Wezîrê Herêmê Xalid Şiwanî li ser hatina Erebên hawirde bo ser zeviyên çandiniyê yên Kurdan ragihand; Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê hêsankarî ji bo dagirkirina zeviyên Kurdan dike.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Herêmê Xalid Şiwanî li ser hatina Erebên hawirde bo ser zeviyên çandiniyê yên Kurdan ragihand; Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê hêsankarî ji bo dagirkirina zeviyên Kurdan dike.

Xalid Şiwanî îro duşemê 21ê Îlona 2020an di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku îro careke din Erebên hawirde bi piştevaniya hêzêke polîsê federalî xwestin erd û zeviyên cotkarên Kurd ên li gundê Xerabe yê ser bi nahiya Sergeran, ku ser bi navçeya Dubiz a parêzgeha Kerkûkê ye, dagir bikin.

Lê belê cotkarên Kurd rê li ber vê yekê girtin û ew ji devera xwe derxistin.

Xalid Şiwanî tekez kir ku Rakan Cibûrî, Parêzgarî sepandî yê Kerkûkê, ji bo erebkirina wê deverê, hêsankariya hatina Erebên hawirde dike.

Îro careke din Ereban xwast bi hevkariya Polîsa Federalî vegerin çend gundên nahiya Sergeranê ya Kerkûkê, lê cotkarên kurd li gundê Xerabe rêgirî lê kirin û nehîştin ew vegerin.

Bi dehan cotkarên Kurd ên gundê Xerabe rêgirî li dagîrkirina zeviyên kirin û nehîştin ereb bikevin xak û zeviyên wan û tapoyên reş ên zeviyên xwe nîşan dan.

Cotkarek ku nexşeya çandiniyê ya zeviyên xwe pê re ye behsa wê yek dike, hemû zeviyên li navçeya wan, ne yên ereban e û ew xwediyê wan in û got: “Ereb hatine û daxwaza perçeyeke zevî dikin, ku ew ya 8 cotkarên kurd e.”

Cotkarekî din ku ew jî dibêje, baştirîn belge ji xwediyên zeviyan ên rewa re, tapoya reş a serdema Osmaniyan a berî damezirandina dewleta Iraqê ye. Bila bên bizanin bi navê kê ye?

Tekez kir jî, ew erebên tên zeviyên wan bigirin, tenê piştevaniya parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî ji wan re heye. Lê ti belgeyeke fermî bi wan re nîn e û ti dezgeheke din jî piştevaniya wan nake. Ew berdewamiya siyaseta Beis li navçeyê ye.

Herwiha hêzeke Polîsa Federalî ku piştevaniyê li Erebên hawirde dikin ji bo zeviyên cotkarên Kurd li nahiya Sergeranê ya Kerkûkê dagîr bikin, êrîşî peyamnêr û wênegirê Kurdistan24ê kirin û xwastin kamîreyê jê bistînin. Lê cotkaran berevanî lê kirin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, hewlên Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî û erebên hawirde ji bo dagîrkirina zeviyên Kurdan dest pê kirin.

Cotkarên Kurd li navçeyê spasiya Kurdistan24, peyamnêr û wênegirê Kurdistan24ê dikin ku bi berdewam hevkar bûne ji bo veguhastina xemên wan û nîşandana rastiyan, bi taybet jî hilmeta ji piştî 16ê Cotmehê ya ji bo dagîrkirina zeviyan destpê kiriye.