Rûsya: Dizîna petrola Sûriyê nayê qebûlkirin

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn ragihand: “Hebûna hêzên Amerîkayê li rojhilatê Feratê, ne rewa ye û dizîna petrola Sûriyê nayê qebûlkirin.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn ragihand: “Hebûna hêzên Amerîkayê li rojhilatê Feratê, ne rewa ye û dizîna petrola Sûriyê nayê qebûlkirin.”

Sergey Verşînîn diyar kir; ew her dem ragihandine ku hebûna hêzên Amerîkayê li rojhilatê Feratê yê Sûriyê, ne rewa ye û dizîna petrola Sûriyê nayê qebûlkirin, herwiha berdewamiya destdanîna ser devera Tenef ku dikeve ser sînorê navbera Sûriye û Iraqê û Urdinê jî, ne rewa ye.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje ku tevî hebûna nakokiyan, ligel hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê danûstan û peywendiyên dîplomatîk berdewam in.

Ev di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser petrola Sûriyê gotibû: “Em ji Sûriyê vedikişin, em tenê petrolê diparêzin. Petrol kete destê me û serbazên me jî li wir hene ji bo petrolê biparêzin.”

Trump eşkere kiribû: “Serbazên me li ser sînorê navbera Sûriye û Tirkiyê vekişiyane. Hejmareke mezin a serbazên me li wî sînorî hebûn. Herî dawî me hejmara wan bo 50 serbaz kêm kir, ew jî jiyana wan di metirsiyê de bû, çimkî du artêş bi niyaz bûn rûbirûyî hev bibin û serbazên Amerîkayê ku di navbera wan de bûn, metirsî li ser jiyana wan hebû.”

Donald Trump herwiha gotibû: “Em ji Sûriyê derdikevin û tenê bi petrolê ve eleqedar dibin, em ê piştre li ser vê mijarê jî biryar bidin. Li ser mijara petrolê, dibe ku em ligel Kurdan tevbigerin û em bibînin dê çi bibe. Lê em ji wî welatî derdikevin. Li Iraqê jî hejmareke pir hindik a serbazên me mane û em ê kêmtir bikin.”

Serokê Sûriyê Beşar Esed jî gotibû: “Amerîka petrola Sûriyê didize û difiroşe Tirkiyê. Tirkiye jî beşdarî firotina petrola Sûriyê dibe, ew jî ji ber peywendiyên wê yên ligel Bereya Nusreyê û berê jî bi peywendiya ligel DAIŞê petrola Sûriyê difirot, lê niha ligel Amerîkayê vî karî dike.”