VÎDEO – Azerbaycanê wesayîteke serbazî ya Ermenistanê bombebaran kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê vîdeoyek belav kir, ku bi rêya firokeyeke bêfirokevan hatiye tomarkirin û tê de dîmenên bombebarankirina wesayîteke serbazî ya Artêşa Ermenistanê ya li herêma Qerebaxê hene.
Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê eşkere kiriye ku êrîşa esmanî ya Artêşa Azerbaycanê li nêzîkî xeta rûbirûbûnê ya navbera her du aliyan hatiye encamdan.
Herwiha destnîşan kiriye ku dema wesayîta serbazî hatiye bombebarankirin, hejmarek serbaz di nav wesayîtê de bûn û ji wesayîtê dadiketin.
Ji roja yekşema borî ve, şer û pevçûn di navbera artêşa Azerbaycan û hêzên Komara Nogorna Qerebaxê ya ser bi Ermenistanê de diqewime.
.
.
.