Bingeha avakirina welat, ku tu cihanê - bi ziman û Muzîka xwe bide nasîn

Gotar: Mahir Hesen

Gotar: Mahir Hesen

 

Pêkhatina Muzîkê, awayê wê, û heta pênaseya wê ya jêderek , li gorî çand û civakan ji hev cûda dibin.Wek Zanyarên Dîrokê diyar kirine ku Peyva Muzîkê bi eslê xwe Yûnistaniye, û berê wateya wê bi giştî Huner bû, lê piştra li ser Hunera bi Awazan ve hatiye girêdan. 

Lêkolîn hene ku dirêjahiya bandora a Muzîkê li ser mirovan nîşan dide , û him jî Muzîk nifşên hişmend ava dike. Li ser bandora Muzîkê Feylesûfê Navdar Platon wisa bilêv kir bû : "Muzîk qanûnek Exlaqî ye, ew giyan dide jiyanê , baskan dide hiş, hiş vediguhêze xiyalan û bi şeng û jiyanek bedew û her tiştê dora me şêrîn dike."

Bi kevneşopî sê celeb lîstikvanên klasîk ên kurd hene: Çîroknû (Çîrokbêj), stranbêj , û Dengbêj .  Wekê tê zanîn li serayên Mîrên Kurdan muzîk tune bû - li şûna wê, muzîka ku êvaran (Şevbihêrk) dihatin çêkirin wekî muzîka klasîk hate hesibandin. Ji nifşekî heya nifşekî dinava wan Şrvbihêrkan de Ziman hate parastin , îro jî li welatên Beyanî Muzîka kurdan tê bi kar anîn . Yek ji wan kesên ku Muzîka me bi xerîban dide nasîn Hunermend Fîxan Xelîl e . 

Fîxan Xelîl, di sala 1989 de li Qamişlo ji dayik bûye, ji biçûkaniya xwe ve bi muzîkê ve hate girêdan, ji Malbateke li çand û Kultura xwe xwedî derketiye, xwendina beşê rêveberiya karsaziyê li Zanîngehê bidawî kiriye, ji 2013an ve li Siwêd dijî. Fîxan hewl da ku hunera Kurdî bigihîne derveyî welêt wek gelek hunermendên niştîmanperwer û xemxwarê çanda xwe, wî Opera li Swêd xwend û di gelek konseran û mîhrîcanan de stranên Kurdî gotin e. Fîxan li ber Dengê Nemir Mihemed Şêxo geş bû û di zîziya dengê Ciwan Haco, Şivan Perwer, Feqiyê Teyran û Aram Tîgran de mezin bûye û ew bi pênasîna stranbêjiyê û awayê ku stranbêj peyvên stranê pêk tîne ve girêdayî ye.

Mirov dikar bêje guhdariya Muzîka Kurdî jî mîna Xweda hebandine. Erê,  gavavêtineke baş û pêşketineke Delal e heger ewqas hezkiriyê heyran û lawik û stranan be, ku nema ze Muzîka me, ya ku çavkaniyeke girîng e, û gelek xalên Dîrokî de bûye rênîşaner. 

Dema mirov bixwaze bi Ax, Av, Robar, Erd, Zinar, Deşt, Newal ,Teht , Bajar û Gund xwe ve wek îmanê bêve were girêdan divê li ser Muzîka xwe kedî û xwedî bibe , yê di wê  demê de bi helwest û biryara xwe de bi serkeve.