Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser rêkeftina Şingalê peyamek belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek li ser rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê li ser asayîkirina rewşa Şingalê belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek li ser rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê li ser asayîkirina rewşa Şingalê belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Rêkeftina îro ya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, encama xebata cidî û danûstandinên çendîn mehan ên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ye, ku dê alîkar bibe ji bo vegera serbilindî ya awareyên Şingalê ku rûbirûyî êş û janên mezin bûne li ber destên terorîstên DAIŞê.

Bêguman asayîkirina rewşa Şingalê, roleke girîng dilîze li ser wê yekê ku xelkê deverê biryara çarenûsa xwe bidin. Her du aliyan li hev kirin ku Şingal ji aliyê îdarî û ewlehî û xizmetguzarî ve, bi awayekî hevbeş were birêvebirin. Ev rêkeftin jî ji bo cîbicîkirina madeya 140 a destûrê destpêkek e.

Piştî îmzekirina rêkeftinê, ligel Serokwezîrê Iraqê Birêz Mistefa Kazimî, me li ser rêkeftinê gotûbêj kir û em spasiya tîmên her du aliyan dikin ji ber encamdana vê rêkeftina girîng.

Ev ji bo wê yekê belge ye ku eger hemahengî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de hebe, em dikarin gelek destkeftên din jî bi dest bixin li ser bingeha berjewendiyên hevbeş.

Em piştevaniya her hewl û destpêşxeriyeke civaka navdewletî dikin ji bo avakirina wê wêrankariyê ku terorîstên DAIŞê li Şingalê encam dan.

Ez li vir bi pêwîstî dibînim ku spasiya Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê bikim, ji ber piştgirî û beşdarbûna wê ya rasterast di encama gihiştina vê rêkeftinê de.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê