Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser mijara Şingalê li hev kirin

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Ehmed Mela Telal ragihand; Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê li ser mijara Şingalê li hev kirin.

Hewlêr (K24) – Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Ehmed Mela Telal ragihand; Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê li ser mijara Şingalê li hev kirin.

Ehmed Mela Telal li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir ku rêkeftineke dîrokî li ser mijara Şingalê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê de hat kirin.

Telal destnîşan kir ku ev rêkeftin dawî li desthilata grûpên nexwestî yên li deverê tîne û ji bo cardin avakirina Şingalê û vegera xelkê wê, rê vedike.

Li ser vê mijarê, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed piştî civînê ragihand; bi amadebûna Neteweyên Yekbûyî û nûnerên Herêma Kurdistanê û Bexdayê, rêkeftineke baş hat kirin ji bo asayîkirina rewşa ewlehî, serbazî û îdareya Şingalê.

Rêber Ehmed diyar kir; armanca me her du aliyan ew e ku rewş were asayîkirin û aware vegerin cih û warê xwe.