Amerîka êrişa li ser Partiya Demokrat a Kurdistanê şermezar dike!
Hewlêr (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê (DYA), êrişa li ser baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi tûndî şermezar dike. Diyar dike Heşda Şebî aramiya Iraqê têk dibin û şerê dînî pêk tîne.
Alîgirên Heşda Şebî li Bexdayê Navenda PDK'yê şewitandin.
Berdevka DYA'yê Morgan Ortagus di daxuyaniyê de dibêje:
"Amerîka êrîşa li dijî ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê ya li Bexdayê ji aliyê pêkhatên ser bi Îranê ve yên Heşda Şebî bi tundî şermezar dike.
Hêza axaftina azad û rexnegir, pêkhateyeke girîng a her demokrasiyê ye. Divê partiyên siyasî bêyî gefên milîs û çeteyan, di nava nîqaşeke xurt de bin.
Çalakiyên bêserûber ên milîsên bi alîgirê Îranê ku li derveyî hikumeta Iraqê kar dikin, aloziyên etnîkî û mezhebî derdixînin û demokrasiyê bin pê dikin. Divê hemû alî di vê serdema krîtîk de bi berpirsyarî tevbigerin."
Baregeha Liqa 5 a PDK ya li Bexdayê, ji hêla alîgirên Heşda Şebî ve hat şewitandin.
Alîgirên Heşda Şebî bi alayên xwe, êriş anîn ser Baregeha Liqa 5 a PDKê. Tevî şewitandina baregehê û bilindkirina ala milîsan li ser baregehê, Ala Kurdistanê jî şewitandin.
Nûçegihanê Kurdistan24ê yê li Bexdayê ragihand; tevî ku hêzên çalakiyên sivîl li cihê rûdanê bûn, ti rêgirî li alîgirên Heşda Şebî nekirin.
Serok Mesûd Barzanî di daxûyaniya xwe de got:
"Em bi awayekî herî tund, wê êrîşa nemerdane şermezar dikin û em li vir radigihînin ku ev cûre êrîş û destdirêjî bi ti awayî ji pêgeha Kurd û nirxên bilind ên gelê Kurdistanê kêm nake, lê bi awayekî eşkere paşketîbûn û bêferhengî û zihniyeta wê koma şerxwaz ji her kesî re nîşan dide.Em tekez dikin ku kesên bixwazin êrîşî PDKê bikin û sivikatî li nirxên gelê Kurdistanê bikin, dê baca wan kiryarên xwe bidin."
- Ji bo xwendina daxûyaniya Serok Barzanî vir bitikîne.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî daxûyaniyek da û got:
"Bêrêziya li hember pîroztirîn sembola Kurdistanê û şewitandina wê û girtina ser baregeha partiyekê ku zêdetirîn qurbanî ji bo rûxandina rêjîma BEES a dîtktaro li Iraqê û bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê daye, êrîşeke aşkere li ser buhayên demokrastî, pêkvejiyan û aştiya civakî li Iraqa federalî ye."
- Ji bo xwendina hemû daxûyaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî vir bitikîne.