Li Colemêrgê 2emîn palewaniya raftîngê hat lidarxistin

Duyemîn pêngava Şampiyoneyê li ser çemê Zapê birêve çû.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) – Duyemîn pêngava Şampiyoneya 'Xweçûna li ser avê' ango raftîngê ya Tirkiyeyê li ser çemê Zapê ku ser bi Colemêrgê ve ye, bi dîmenên rengîn û coş pêk hat û xilas bû. Xweciyên bajêr kêfxweşiya xwe ji mazûvaniya şampiyonayê diyar kirin û beşdaran jî kêfxweşiya xwe ji hatin û dîtina bajêr ragihand.

Asta 2. Şampiyoneya 'xweçûna li ser avê' bi beşdariya Wezîrê Werzişkarî û Ciwanî Mûrat Kasapoglû û rêvebirên hikumetê û bajêrê Colemêrgê li ser ava zapê di navbera 25-29'ê Cotmehê de hat li dar xistin. Beşdarên çalakiyê balê kişandin ku bi çalakiyên wiha nasîna Colemêrgê girîng e.

Werzişkarê ku ji bajarên Tirkiyeyê hatibûn, kêfxweşiya xwe anîn ziman ku hatine Colemêrgê û li ser çamê Zapê werziş dikin. Şîmal Damla Altinsoy ji Mûglayê û Ege Ûslû jî ji Dalamana ser bi Antalyayê beşdar in.

Werzişkara Raftîngê Şîmal Damla Altinsoy ji K24ê re got: "Ez yelem car e ku têm Colemêrgê. Dîtina vê cografyayê bom in şanaziye. Ji bo ku pêşqebûlên li hember bajarên li viyalî em bişkênen, çalakiyên wiha de tên. Her tişt gelek xweşbû û hêvîdarim em bi saya werzişa xwe bajarên din jî bibînin."

Werzişkarê Raftîngê Ege Ûslû dibêje: "Dema em dihatin me çaverê nedikir ku em xwezayeke wiha xweş bibînin. Bi rastî xwezayeke bêhempa heye li vir. Niha bi kelecanim ku li ciyekî wiha werziş dikim. Em dixwazin di pêşbirkan de jî encamên baş bistînin."

Di serdema şampiyoneyê de tenê peşbirk û werziş nehat kirin, konsert û çalakiyên hunerî jî hatin li dar xistin. Şêwirmenda Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan Gulşen Orhan jî derket ser dikê û muzîkên bi Kurdî û Tirkî got.

Werzişkarên Kurd jî kêfxweşiya ji li dar xistina çalakiyê ku li Colemêrgê hatiye kirin ragihandin.

Antrenorê Werzişa Raftîngê Malûm Tekçe diyar kir: "Em gelek kêfxweş in ku şampiyoneya raftîngê li Colemêrgê tê kirin. Li ber çiyayê Sumbul û li ser ava Zê vê werzişê ku em dikin ciyê kêfxweşiyê ye.

Werzişkarê Raftîngê Berkay Atabey got: "Ez yekem car e têm Colemêrgê û gelek kêfxweşim, min gelek meraq dikir. Colemêrg jî çemê Zê jî gelek xweş in û min gelek ji Colemêrgê hez kir."

Şampiyoneya Raftîngê bi beşdariya ji 26 kluban 40 tîman û 450 werzişkaran hat pêkanîn û di encamê de jî 2 Tîmên Dalaman a navçeya Antalyayê, tîmeke Şax a navçeya Wanê û tîmeke Dersîmê serkeftinan bi dest xistin.