PSK: Divê PKK serweriya Hikumeta Herêma Kurdistanê binase

Partiya Sosyalîst a Kurdistan di daxuyaniyekê de ragihand, demek e li Kurdistana Başur girjiyek heye, ku sedema girjiya hanê hebûn û kar û xebata PKK ya li navçeyê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Sosyalîst a Kurdistan di daxuyaniyekê de ragihand, demek e li Kurdistana Başur girjiyek heye, ku sedema girjiya hanê hebûn û kar û xebata PKK ya li navçeyê ye.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) îro daxuyaniyek belav kir û çapek jê ji K24ê re şand. PSK di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

“Bîrûrayê Kurdistanê agadar e, demek e li Kurdistana Başur girjiyek heye, ku sedema girjiya hanê hebûn û kar û xebata PKK ya li navçeyê ye.

Deng û bahsên, ku ji devere tên, nişan didin, ku girjiyên hanê bûye sedema têkhelçûnê. Bê guman girjî û têkhelçûn bo gelê Kurd ziyanbexş e, xetereka mezin e li ser deskevtên netewî yên Kurdistana Başur û derfeteka zerîn e bo dewletên dagîrker, ku dixwazin Herêma Kurdistanê ji nav bibin.

Roj roja destnişankirina destpêkerê tekhelçunê nîne. Divê kar bê kirin, daku têkhelçûn berbelav nebe û negîhîje vê astê ke vegera wê gelek dijwar e.

Me gelek caran got û niha jî dibêjin ji bona, ku peşiya têkhelçûn û şer bê girtin û rewş asayî be, berê her tiştê divê PKK serweriya Hikumeta Herêma Kurdistanê binase û destê xwe ji kar û barên Herêmê bikêşe.

Bona çareser kirina hemû pirsgirêkan divê rêka diyalog û danûstandinê bibe bîngeh.

Divê hemû rexistinên welatparêzên Kurdistan bi taybetî yên Kurdistana Başur bona, ku têkhelçûn mezîn nebe, bikevine tevgerê.

Wekî her caran, vê carê jî Partiya me amade ye di vî warê da erkê xwe yên netewî cî be cî bike.”

Ev daxuyaniya PSKê di demekê de ye, îro li nahiya Çemankê ya ser bi Amêdiyê ve çekdarên PKKê êrîşî ser hêzeke Pêşmergeyên Kurdistanê kir û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bû û hejmarek Pêşmerge jî birîndar bûn.