Rûsya daxwaza rekirina kampên koçberan li Sûriyê dike

– Rayedarekî payebilind ê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxwaz kir, kampên koçberan ên li Sûriyê ne bên rakirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarekî payebilind ê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxwaz kir, kampên koçberan ên li Sûriyê ne bên rakirin. Diyar kir, komên çekdar wan kampan weke çavkaniya leşkerkirina çekdarên nû bi kar tînin.

Fermandarê Wezareta Navenda Niştimanî ya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Mikail Mezintsev duhî di vekirina Konferansa Navneteweyî ya Vegera Penaberan li Şamê de axivî û got: "Divê hemû kampên koçberan li hundir Sûriyê werin rakirin, ji ber ku ew grûpên çekdar wan kampan ji bo biçekirina mirovan bikar tînin.”

Got jî: “Divê xelkê wan kampan ji bo li cihên ku dixwazin werin vegerandin û alîkarî bi wan re bê kirin, ji bo karibin xwe bi şert û mercên jiyanê yên asayî re biguncin."

Mezintsev ku serokatiya Navenda Hevrêziyê ya Rûsya-Sûriyê ji bo vegera penaberan bo Sûriyeyê dike, tekezî li pabendbûna bi biryarên Yasaya Navdewletî kir û got: “Di zûtirîn dem de, divê xaka Sûriyê ya dagîrkirî, bi awayekî yasayî veger bin kontrola hikûmeta Sûriyê ya rewa.”

Wî berpirsê Rûsî daxwaz kir jî, divê siyaseta cizayên li Sûriyê û li hesabên bankî yên Sûriyê were rawestandin. Got jî: “Divê beşek ji bernameya alîkariyên bi koçberên Sûriyê yên li derve ne re tê kirin, ji bo hundirê Sûriyê be jî. Ji bo jêrxaneya pêwîst ji bo vegerandina koçberan were avedankirin û hevkariyên mirovê bi wan re were kirin.”

Duhî Konferansa Navdewletî ya Vegera Penaber, bi beşdarbûna şandeyên ji 27 welatan ku Rûsya, Çîn, Îran, Lubnan, Îmaratên Erebî, Oman û Pakistan û her wiha nûnerên Netewên Yekgirtî û 12 rêxistinên sivîl jî di nav de destpê kir.

Di konferansê de tê armanckirin ku gavên pratîkî werin avêtin, da ku zêdetirî 6,5 milyon penaberên Sûrî ku piraniya wan li welatên cîran bi cih bûne, bêne vegerandin.