Li Tirkiyê tundiya li ser jinan zêde ye

Li gor Rêxistina Pêşketin û Hevkariya Aborî ya Navnetewî di tundiya li ser jinan de Tirkiye di rêza yekem de cih digre.

 

Enqere (K24) – Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve 25ê Midarê weke "Roja Têkoşîna Navnetewî ya Tundiya li ser Jinan" hatiye diyarkirin û bi hatina vê rojê li Tirkiyê ku di warê tundiya li ser jinan de li seranserê cîhanê di rêza yekem de ye, roj nîne ku jinek ji aliyê mêr, nas û kesên xwe ve neyê kuştin.

Li gor raporta Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînên îsal li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 269 jin hatine kuştin. Derbarê vê mijarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) raporta 18 salan a kuştin û destdirêjiyên li ser jinan hatine kirin, ji raya giştî re parve kir.

Berdevka HDPê Ebru Gunay ragihand ku bi hezaran jin ji ber xemsariya desthilatê hatine kuştin û bi sed hezaran jin jî rastî destdirêjiyê hatine.

Ebru Gunay diyar kir: “Li Tirkiyê tundiya li ser jinan her roj zêde dibe. Desthilata AKPê bi kiryarên xwe, têkoşîna jinan a li dijî kuştinê asteng dike. Di 18 salên desthilatdariya AKPê de li gor daneyên fermî, 7 hezar û 500 jin hatine qetilkirin, zêdetirî 100 hezar jin rastî destdirêjiyê hatine û nêzîkî 200 hezar jin jî rastî tundiya cinsî hatine. Ev rêje tenê daneyên fermî ne. Lê di rastî de ev hejmar zêdetir e.”

Seroka Giştî ya Şaxa Jinên CHPê Aylin Nazliaka jî diyar kir ku li Tirkiyê ji ber newekheviya jin û mêran, tundiya li ser jinan her zêde dibe û ne tenê di warê fîzîkî de, bi her awayî îro jin li Tirkiyê rastî tundiyê tên, lê hikûmet bergiriyên pêwîst nagre.

Aylin Nazliaka ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di bingeha tundiya li ser jinan de, newekhevî heye. Li Tirkiyê nêrîna ku jin û mêr ne wekhev in, gelek zêde bûye û vê yekê jî tundiya li ser jinan zêde kiriye. Îro li Tirkiyê jin ne tenê di warê fîzîkî de, di warê aborî, civakî, siyasî û cinsî de rastî tundiyê tên. Mixabin hikûmet di têkoşîna li dijî kuştina jinan de jidil nîne.”

Ligel vê yekê, aktîvîsta parêzvanên mafên jinan Pervin Sonmez jî, bal dikşîne ser bêsizakirina kujerên jinan û dibêje sedema sereke ya zêdebûna kuştina jinan, bêsizayî ye û hikûmeta Tirkiyê li dijî têkoşîn û hebûna jinan, vê yekê weke polîtîkayekê bi kar tîne.

Herwiha li gor Rêxistina Pêşketin û Hevkariya Aborî ya Navnetewî di tundiya li ser jinan de Tirkiye bi rêja %38 di rêza yekem de cih digre. Piştî Tirkiyê jî bi rêjeya %36 Amerîka û bi rêjeya %35 Zelandaya Nû cih digrin.