Li Îranê 221 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Hejmara kesên li Îran û rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane gihişte 51 hezar û 949 kesan.
Nexweşxaneyeke Îranê
Nexweşxaneyeke Îranê

Hewlêr (K24) – Li Îran û rojhilatê Kurdistanê 221 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Berdevka Wezareta tenduristiya Îranê Sîma Larî ragihand, di 24 demjimêrên bûr de 8 hezar û 201 kes li Îran bi vîrûsa Korona ketin. Herweha 221 kesan canê xwe ji dest dane.

Bi vê amarê, hejmara kesên li Îran û rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane gihişte 51 hezar û 949 kesan û hejmara tûşbûyan jî 1 milyon û 100 hezar derbas kiriye.