Geştên asîmanî di navbera Iraq û Ewropa de dest pê kirin
Hewlêr (K24) - Wezareta Guhastinê ya Iraqê destnîşan kir ku geştên asîmanî ji bo Danmark û Almanyayê dest pê kirine û sala li pêş me 2 firokeyên Airbus dikirin.
Li gor daxûyaniya wezaretê geştan dûh ango 15yê Berfenbarê, firokeyên di navbera Kopenhag û Berlînê de dest pê kirine.
Her wiha diyar kir ku li gel kompaniya Airbus peymanan vajokirine û dê kerta geştûgûzariyê pêş bixin.
Ji ber nebûna ewlehiyê Yekitiya Ewropayê geştên ji Iraqê rawestandibûn û Iraq xistibû di nav lîsta reş ya geştên Ewropa û cîhanê de.