Serok Barzanî: Roja Ala Kurdistanê pîroz be

Serok Mesûd Barzanî
Serok Mesûd Barzanî

Serok Mesûd Barzanî sebaret bi Roja Ala Kurdistanê peyamek li ser Twitterê peyamek belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

"Roja Ala Kurdistanê li hemû hevwelatiyên xoşewîst pîroz be. Ew ala bi hezaran şehîdan xwîna xwe ji bo wê daye. Berz e û her dê berz bimîne."

Roja Ala Kurdistanê çi ye?

Parlamentoya Kurdistanê 17yê Berfenbara 2009ê roja Ala Kurdistanê destnîşan kir. Ji wê rojê ve her sal Roja Ala Kurdistanê bi merasîm, çalakî û ahengan tê pîrozkirin.