Qamişlo.. Milîsên rejîma Sûriyê êrişî xaleke asayîşê kir

Li bajarê Qamişlo milîsên ser bi hikûemta Sûriyê ve êrîşî xaleke Asayişê kir.
Xaleke Asayişê
Xaleke Asayişê

Navenda Nûçeyan (K24) – Aloziyên di navbera hêzên asayişa Rêveberiya Xweser û mîlîsên Berevaniya Niştîmanî yên ser bi hikûmeta Sûriyê ve berdewam in.

Peyamnêrê K24 li bajarê Qamişlo ragihand,  îro wan çekdaran êrîşî xaleke Asayişê li taxa Hilko ya bajêr kir û şer di navbera her du aliyan de derket.

Peyamnêrê me got jî, di encama wê êrîşê de ti ziyanên canî çênebûn, lê heta niha alozî berdewam e.

Roja 3ê vê mehê, mîlîsên Berevaniya Niştîmanî ya ser bi hikûmeta Sûriyê ve endamekî asayişê girtibûn, piştre jî asayişê çend endamên wê girûpa çekdar girtibûn.