Çekdarên DAIŞê 7 çekdarên mîlîşyayên rêjîma Sûriyê kuştin

Di çend rojên dawiyê de şer û pevçûn giran di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên rêjîma Sûriyê de li beyabana Sûriyê rû didin.
Hêzên rêjîma Sûriyê
Hêzên rêjîma Sûriyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundewarê Dêrazorê 7 leşkerên rêjîma Sûriyê di êrîşeke çekdarên DAIŞê de hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê li Şilola ya rojavayê Dêrazorê êrîşî ser mîlîşyaya Berevaniya Niştimanî ya rêjîma Sûriyê kir û di encamê de 7 çekdarên wê mîlîşyayê hatin kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûn.

Ev di demekê de ye, çekdarên DAIŞê li beyabana Sûriyê (beyabana di navbera Hema û Dêrazorê de) çalak bûye û karî bû 7 gundan li wê deverê ji destê hêzên rêjîma Sûriyê kontrol bike.

Di çend rojên dawiyê de şer û pevçûn giran di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên rêjîma Sûriyê de li beyabana Sûriyê rû didin. Pêr jî di şerekî de 19 leşkerên artêşa Sûriyê û 12 çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin.  

Rewangeha Sûrî diyar kir jî, di 72 demjimêrên borî de jî, firokeyên Rûsyayê 170 lêdanên asmanî li dijî xalên DAIŞê li wê herênê pêk anîn û ziyanên mezin gihandine wê rêxistinê.