Berdevkê Hikûmetê: 1ê Adarê perwerdehiya li dibistanan dest pê dike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil ragihand; 1ê Adarê deriyên dibistanan dê werin vekirin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil

Hewlêr (K24) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil ragihand; 1ê Adarê deriyên dibistanan dê werin vekirin.

Piştî civîna Encûmena Wezîran, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil konferanseke çapemeniyê li dar xist.

Dr. Cotyar Adil eşkere kir ku di civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de sê mijarên sereke û girîng hatine gotûbêjkirin û dema destpêkirina proseya perwerdehiyê eşkere kir.

Adil ragihand ku piştî raporta Wezareta Tendirustiyê biryar hat dayîn roja 16.01.2021ê xwendina qonaxa 12an a amadeyî dest pê bike û dê di roja 01.03.2021ê de jî perwerdehî bi temamî dest pê bike.