YE: Ji bo vegera Washington û Tehranê bo rêkeftina atomî, xebateke mezin divê

Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand; ji bo vegera Amerîka û Îranê bo nav rêkeftina atomî ya sala 2015an, xebateke mezin a dîplomasiyê divê.
Ala Yekîtiya Ewropayê
Ala Yekîtiya Ewropayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand; ji bo vegera Amerîka û Îranê bo nav rêkeftina atomî ya sala 2015an, xebateke mezin a dîplomasiyê divê.

Berdevkê Nûnerê Bilind ê Ewlehî û Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Peter Stano diyar kir: “Yekîtiya Ewropayê li ser dosyeya atomî ya Îranê bi awayekî berdewam dixwaze ligel Amerîkayê bixebite. Ji bo vegera Washingtonê bo nav rêkeftina atomî û handana Îranê bo rêzgirtina li pabendiyan, xebateke mezin a dîplomasiyê divê û dem jî di berjewendiya me de nîne.”

Peter Stano eşkere kir ku Josep Borrell hewldanên xwe yên dabînkirina vegera Washingtonê bo nav rêkeftinê, didomîne.

Daxuyaniya Peter Stano piştî daxuyaniya Wezîrê nû yê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken hat, ku mercê wî ew bû; berî behsa rakirina dorpêçên bi ser Îranê de were axaftin, divê Îran rêz li pabendiyên xwe bigre.

Amerîka di sala 2018an de bi awayekî yekalî ji rêkeftina atomî vekişiya, li hember wê jî Îran dest bi kêmkirina pabendiyên wê rêkeftinê kir.