Mesrûr Barzanî behsa rewşa niha Herêma Kurdistanê û guftûgoyên ligel Hikûmeta Iraqê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî konferanseke rojnamevanî lidar dixe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevanî de behsa rewşa niha Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatên guftûgoyên ligel Hikûmeta Federalî dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10.2.2021an di konferanseke rojnamevanî de behsa rewşa niha Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatên guftûgoyên ligel Hikûmeta Federalî dike.

Her îro jî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan, pêşhatên vê dawîyê yên projeybudceya federalî û Herêmê ya sala 2021an û asta bi cihanîna biryarên taybet bi çaksaziyê, mijarên sereke yên civîna îro ya Encûmena Wezîran in.

Ev di demekê de ye, şandeya bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêkeftina li ser projeyasaya budceya 2021an a Iraq û pişkê Herêma Kurdistanê di çend hefteyên borî de hejmarek civîn ligel Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, berpirsên bilin ên Hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî kiribûn.